Dewama şer û pevçûnan li Sûdanê
Artêşa Sûdanê, meqerên Hêzên Berteka Lezgîn bombebaran kirin.
Balefirên cengê yên artlêşa Sûdanê, meqerên Hêzên Berteka Lezgîn li navçeya El-Kedûrê li bakurê Xartûm Behriyê bombebaran kirin.
Çavkaniyên nûçeyan pêştir jî derbarê bihîstina dengê avêtina gulleyê li navend û başûrê Xartûma paytexta Sûdanê û firîna balefirên cengê ser esmanê vî bajarî agahî dabû.
Di eynî demê de, Muhemed Hemdan Deqlû, Fermnadeyê Hêzên Berteka Legzîn a Sûdanê roja pêncşemiyê got: Em ser vê bawerê ne ku cihanîna agibesa demkî ji ber meselên însanî pêwîst e û ev yeka dikare mîna pireyekê be bo çareserkirina dayimî ya pevçûna sûdanê.
Di encama pevçûnên vê dawiyê li Sûdanê heta niha zêdetirî hezar û 800 kes hatine kuştin.
NY ragihandiye ku zêde ji yek milyon kes li nav Sûdanê aware bûne ji xeynî wê 300 hezar sûdanî jî hewara xwe birine welatên cîran.
Pevçûnên çekdariyê li Sûdanê ji siba roja şemiyê 15 nîsanê va di navbera Hêzên artêşê bi fermandetiya Ebdulfetah El-Burhan û Hêzên Berteka Lezgîn bi fermandetiya Muhemed Hemdan Deqlû nasiyar bi Hemîdetî ser desthilatê destpê bûye.