Dewama pevçûnan li sînorên navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê
Pevçûnên perrate yên eskerî li sînorê anvbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê ku duh destpê bibû, îro pêncşemiyê jî li du navçeyên Gorîs û Laçînê didomin.
Piştî şerê 44 rojî di navbera Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê di sala 2020an , her du welatan bi navbeynkariya Rûsiyê, rêketina agirbesê wajo kirin. Tevî wajopkirina rêketinmaeya agibesê, di peywendiyên her du welatan de her tim nakokî hebûne û her du welatn hev bi binpêkirina gaibesê tawanbar dikin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reportê ya Komara Azerbaycanê rayedarên Bakûyê îdiaya gullebarana meqerên hêzên Azerbaycanê li deverên sînorî ên welatê xwe ji aliyê eskerên ermenî li bajarokê Dîqê yê navçeya Gorîsê bi çekên Kalîbêr ên mezin ji wan hawanê kirin.
Çavkaniyên nûçeyan duh jî ragihandin li navçeya sînorî ya Sedrekê ya Komara Xwerêveber a Nexcewanê û derdora bajarê Şûşaşê li Qerebaxê jî di navbera hêzên Ermensiatnê û Komara Azerbaycanê de pevçûnên eskerî derketine.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenisitanê jî duh derbarê birîndarbûna du welatiyên hindû bi dû gulleavêtina yekîneyên artêşa Komara Azerbaycanê ser navçeyên sînorî agahî da.