Hezîran 05, 2023 15:04 Asia/Tehran
  • 40 kuştî di encama pevçûnên îro li bakurê Darforê

Di encama pevçûnên îro li bakurê parêzgeha Darforê 40 kesên sivîl hatin kuştin. Artêşa Sûdanê jî ragihand ku kontrola meqera hewayî ya başûrê Xartûmê cardinê girtiye destê xwe.

 

Di encama pevçûnên îro li Sûdanê li bajarê Kotomê li bakurê Darforê, 40 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn. 

 Artêşa Sûdanê bi fermandeiya Ebdulfetah El-Burhan jî kontrola xwe ser bajarê Darforê ragihand. 

Her wiha li gor raporan, di encama pevçûna di navbera artêşê û Hêzên Berteka lezgîn a Sûdanê li navçeya  El-Oşreyê li Xartûmê, sê kes hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn. 

Artêşa Sûdanê jî ragihand ku  kontrola meqera hewayî ya  El-Nucûmiyê li çiyayê Olyayê li başûrê Xatûmê cardinê girtiye destê xwe û tevî ku  vê sibê dengê xwefir û teqînan li bakurê Xartyûmê  firîna balefirên keşfê li navçeyên curbicur , hatiye bihîstin, lê dîsa jî heta astekê ewlehî û aramî li bajarê Um Dermanê pêk hatiye.

Muhemed Hemdan Deqlû, Fermnadeyê Hêzên Berteka Lezgîn a Sûdanê jî cardinê ser pêbendiya xwe bo parastina canê xelkê sivîl  û hêsankirina demajoya veguhestina  alîkariyên mirovhzeiyê bo wan teqez kir.

Tevî ku çend caran di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Berteak Lezgîn de agirbes hatiye ragihandin lê Emerîka û Erebistanê cardinê daxwaza agirbesa li Sûdanê kirine da ku pevçûnên ku di navbera du generalan ji 15 Nîsanê ve destpê bûne, bi dawî bibin.   

Çavdêr ser vê bawerê ne ku  her du aliyên şêr li şerê Sûdanê dikarin pevçûnan ser xêra xwe kuta bikin û bi dewama şêr her yek li dû başûtirkirina cih û şûna xwe li meydana şêr û dasepandina şert û mnercên xwe ne.

 Tevî hewildanên navbeynkarên navçeyê û cîhanê bo pêknaîna  agirbesa nû li Sûdanê, analîzor dibêjin ku rêketina nû ya agibesê jî dê çarenivsîek mîna agirbesa berê hebe û dê nebe sedema rawestandina pevçûnan ji ber ku artêşa Sûdanê ser vê bawerê ye ku ser xêra li dawiya şer nêzîk bûye

 

 

 

Serepeyv