Yekitiya Ereban derbarê dûhatên bûyerên li Sûdanê de hişyarî da
Yekitiya Ereban derbarê dûhatên bûyerên li Sûdanê de bo ewlehiya neteweyî ya ereban hişyarî da.
Yekitiya Ereban di daxûyaniyekê de ragihand ku tişta ku li Sûdanê diqewime, gefek dijî ewlehiya neteweyî ya erebî û Misrê ye.
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Sûdana başûrî ragihand ku bi Ebdulfetah El-Burhan, Fermandeyê Artêşê û Muhemed Hemdan Deqlû, nasiyar bi Hemîdetî, Fermndeyê Hêzên Berteka Lezgîn bi riya telefonê muzakire kiriye û her du alî bi awayekî berayî li ser dirêjkirina agibesê li hev kirine.
Di daxûyaniya Wezareta karên Derve ya Sûdana başûrî de hatiye ku ev agibesa ji pêncşemiyê 4 Gulanê va destpê bûye û dê heta 11 vê mehê bidome.
Sûdana başûrî di vê gotûbêjê de bal kişand ser giringiya agirbesê û got ku her du alî divê hinek nuneran bidin nasandn ku muzakireyên aşitiyê destpê, bibin.
Pevçûnên bi şîdet û berfireh di navbera hêzên artêşa Sûdanê û Hêzên Berteka Lezgîn li navçeyên curbicur ên vî welatî ji 15 Nîsanê va destpê bûne.
Di encama van pevçûna de, herîkêm 600 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.