Nîsan 30, 2023 15:42 Asia/Tehran
  • Rûsyê ji dabeşkirina welatan li ser Yên Rojavayî û Yên din di siyaseta navneteweyî da rexne girt

Balyoz û Nûnerê Dayîmî yê Rûsyê li rex Saziyên Navneteweyî li Viyenê ji dabeşkirina welatan li ser du komên Welatên Rojavayî û Yên din di siyaseta navneteweyî da rexne girt.

Mikhail Ulyanov Balyoz û Nûnerê Dayîmî yê Rûsyê li rex Saziyên Navneteweyî li Viyenê tekez kir: Di ferhenga peyvên siyasî yên navneteweyî têgeheke nû diyar bûye; Dabeşkirina welatan li ser Welatên Rojavayî û Yên din tenê çend peyv heta radeyeke zêde rastiyên jeopolîtîk ên niha nîşan dide.

Pêştir Sêrgêy Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê duh anku Şemiyê di axaftinekê da ji bo Konferansa Cîhanî ya derbarê Çend-cemseriyê di warê cîhanî da, qala şikesta plana welatên rojavayî bi serkirdayetiya Amerîkayê ji bo tenêhiştin û dasepandina tecrîdê li ser Rûsyê û berovajîkirina derbasbûna cîhanê ji pergala Yek-cemserî û hereketa ber bi pergala çend-cemseriyê kiribû.

Wî pêştir jî tekez kiribû ku welatên rojavayî dibe ku bi karê xwe pêvajoya pêkhatina cîhana çend-cemserî hêdî bikin, lê nikarin wê rawestînin.

Li gorî gotina Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyê, pergala cîhanî ya çend-cemseriyê niha di asta cîhanê da tê kemilandin. Konferansa cîhanî ya Çend-cemseriyê ji aliyê Rûsyê va roja Şemiyê bi awayê online hat lidarxistin û li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Rûsyê, dê alîkariyeke fikrî ya berbiçav ji bo berevaniya ji beranberiya hakimiyetî ya hemî dewletan û mafrên gel ji bo tayînkirina pêşeroja welatê xwe bêyî destwerdana aliyên derveyî be.

 

Serepeyv