Artêşa Amerîkayê rabûna nepêwîst a helekopter û balafiran sekinand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340986-artêşa_amerîkayê_rabûna_nepêwîst_a_helekopter_û_balafiran_sekinand
Piştî jordaketina helekoptereke din a Artêşa Amerîkayê di yek meha vê dawîyê da, Artêşa vî welatî geştên nepêwîst mideha 24 saetan qedexe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2023 13:38 Asia/Tehran
  • Artêşa Amerîkayê rabûna nepêwîst a helekopter û balafiran sekinand

Piştî jordaketina helekoptereke din a Artêşa Amerîkayê di yek meha vê dawîyê da, Artêşa vî welatî geştên nepêwîst mideha 24 saetan qedexe kir.

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê amajeyî bûyera ku roja pêncşemê li eyaleta Alaskayê qewimî û bûyereke wekî wê ya ku di dawîya meha Adarê da qewimî û di encamê da 2 leşkerên amerîkî canê xzwe ji dest dan kir û ferman da ku rabûna balafir û helekopteran ên nepêwîst ên Artêşê bên sekinandin.

Artêşa Amerîkayê ragihandîye, heta dema ku firokevan û kadroyên beşa firrînê yên Hêza Hewayî ya vî welatî dewrên rahênan û fêrbûnê yên pêwîst derbas nekin, dê rê neyê dayîn ku helekopter û balafiran bi kar bînin.

Ev biryara piştî wê hat dayîn ku Artêşa Amerîkayê roja pêncşemê ragihand ku 2 helekopterên Apachi IH-64 di dema meşqê da li Alaskayê jorda ketin û di encamê da 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Berî vê bûyerê jî 2 helekopterên amerîkî yên Black Hawk`ê di 30yê Adarê da lihev ketin û hemî 9 serbazên di wan da canê xwe ji dest dan.