Tenê sedî 26ê amerîkîyan dixwazin Biden careka din bibe berbijar
Encamên rapirsîyeke nû nîşan didin ku tenê sedî 26ê amerîkîyan dixwazin Biden careka din di hilbijaritna sala 2024an da bibe berbijar.
Ajansa Nûçeyan a Associated Press’ê û Navenda NORC’ê rapirsîyek li dar xistine û li gorî encameke wê rapirsîyê jî, beşeke zêde ya alîgirên Partîya Demokrat gotine ku heke Biden bibe berbijarê hilbijartina serokomartîyê, dê piştgirîyê bidinê.
Encama vê rapirsîyê nîşan dide ku heke hemî amerîkî yanî him hogirên Partîya Komarxwaz û him hogirên Partîya Demokrat wek civaka pişikdarê rapirsîyê bên berçavgirtin, Tenê sedî 26ê amerîkîyan dixwazin Biden careka din bibe berbijar.
Hevpeyvînên digel pişikdarên vê rapirsîyê nîşan didin ku temenê iden yek ji hegerên sereke yên şik û gumana derheq berbijarbûna dubare ya wî di hilbijartinê da ye.
Bidenê 80 salî heke di dewra bê ya hilbijartinnê serokomartîya Amerîkayê da ku di sala 2024an da bê lidarxistin, pişikdar bibe, dê bibe 82 salî û heke were bijartin dewra serokatîya wî yê di 86 salîya wî da bi dawî were. Bien serokomarê herî kal ê dîroka Amerîkayê ye.