Nîsan 24, 2023 14:47 Asia/Tehran
  • Bûdceya eskerî li seranserê cîhanê zêde bûye

Bûceya eskerî ya hikûmetan li seranserê cîhanê ji ber hegerên mîna zama aborî, şerê Rûsiyê û Ukraynê û hewildanên Emerîkayê bona ku pêş Çînê bikeve, bi awayekî bê mînak zêde bûye.

Rapora Saziya Lêkolînên Aşitiya Navneteweyî ya Ustokholmê nasiyar bi ``Sîpêriyê`` nîşan dide bûceya eskerî welatên curbicur ên cîhanê di sala 2022`an sedî 3.7 zêde bûye.

 Rapora saziya hanê nîşan dide  li cîhanê tu carî ewqas bûce bo beşên eskerî nehatibû terxankirin.

 Yek ji berpirsên Saziya Lêkolînên Aşitiya Navneteweyî ya Ustokholmê gotiye: Bo kesên ku alûgurên cîhanê dişopînin û bêewlehtiyên berfireh û qeyranên zêde li navçêeyên curbicur ên cîhanê dibînin, du bermaberbûna xerên eskerî yên welatên curbicur wan ecêbgirtî nake.

 Welatên ewrûpî îdia dikin ku şerê Rûsiyê û Ukraynê ew neçar kirine ku bi awayekî bêmînak bûdceya beşa eskerî ya xwe zêde bikin.

 Joredbirina bûceya eskerî berûvajiya nêrîna giştî , ne tenê nabe sedema ewlehî ûaaramiyê, belkî bêewlehtî û  nakokiyê zêdetir dike.

 

Serepeyv