Nîsan 18, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên asimanî û pevçûna bi çekên giran li navenda Xartûma paytexta Sûdanê

Pevçûnên li navneda Xartûma paytexta Sûdanê di halekî da didomin ku aliyên pevçûnê li ser agirbesa 24 saetî li hev kirine.

Di halekî da çavkaniyên nûçeyan îro Sêşemiyê basa destpêbûna dubare ya pevçûnan di navbera hêêzn Artêşa Sûdanê bi fermandetiya ‘Ebdulfetah Burhan’ wek serokê konseya desthilatdariya vî welatî û hêzên Berteka Lezgîn bi fermandetiya ‘Mihemed Hemdan Deglû’, li bajarê Xartûmê da dikin ku ‘Mihemed Hemdan Deglû’, ragihand ku van hêzan li ser agirbeseka mirovdostane ya yekrojî di navbera aliyên pevçûnê da ji bo garantîkirina derbasbûna ewleh a sivîla û birîndaran li hev kirine.

Pevçûn ji sibeha roja Şemiya buhurî va di navbera hêzên artêşê û hêzên berteka lezgîn da li ser desthilatê dest pê bû û navbeynkariyên navneteweyî ji bo bidawîanîna wan û rûniştina aliyên pevçûnê li ser maseya gotûbêjan heta nika bêencam mane.

 

Serepeyv