Pêgîriya Lavrov li ser pêwîstiya hevdîtina çaralî ya bêyî pêşmerc a Rûsiye, Îran, Sûriye û Tirkiyê
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê pêgirî li ser pêwîstiya civîna çaralî ya bêyî pêşmerc a Wezîrên Karên Derve yên vî welatî, Îran, Sûriye û Tirkiyê kir.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Sputnik’ê, Sêrgêy Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, îro bi amajeya ser vê yekê ragihand, ew di halê lihevkirina ser şert û merc û dem û cihê civîna çaralî bi beşdariya wî û Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkiye û Sûriyê da ne.
Sêrgêy Lavrov di 7’ê Nîsanê da jî piştî civîna bi ‘Mewlûd Çawûşoglû’, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re li Enqereyê, di civîneka çapemeniyê da got: Wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye û Tirkiyê mijûlî amadekarîya bo lidarxistina civîneka çaralî ne.
Hewldanên ji bo lidarxistina vê civînê di halekî da didomin ku Şam hîna jî pêgîrî dike ku divê Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve.