Nîsan 10, 2023 18:19 Asia/Tehran
  •  Endamê parlemana Ewropayê: Boykotên dijî Îranê weke cerdetiya navneteweyî ne

Nunerê îrlendî yê parlemana Ewropayê, mirina bi dehan hezar kes ji nexweşan li welatên boykotkirî ji wan li Îranê ji ber kîn û çavnebariya Konseya Ewropayê da zanîn.

Di halekî de ku boykotên hikûmeta Amerîkayê di salên buhurî de, bandora herî zêde ser beşa derman a Îranê kiriye, NY û rayedarên YE’yê, tim derbarê şopa boykotan ser jiyana welatiyên îranî de bêdeng mane.

 Mick Wallace, nunerê îrlendî yê parlemana Ewropayê di axiftinekê de li vê parlemanê got: YE gelekî qala meşiyana gorî qanûnê dike, lê bi binpêkirina wê û boykotên derve-sînorî yên giran û yekalî ku zextê tînin ser hemî gelê welatan ji wan Îran, Sûriye, Venezeula û Nîkaragûayê, ti pirsgirêka xwe tine.

Mick Wallace her wiha got: Ev kara weke cerdetiya navneteweyî û azar û îzakirina siyasî ye.

 

Serepeyv