Rêzbendîya welatên gorîyê Koronayê; Amerîka di rêza yekê da ye
Adar 16, 2023 18:35 Asia/Tehran
Li Amerîkayê 97 kesên din bi Koronayê mirin û bi vî awayî hejmara gorîyên koronayê li vî welatî ji milyonek kesî derbas bû.
Li gorî amara herî nû têkildarî koronayê, heta vê gavê 681 milyon û 965 hezar û 905 kes tûşî vê nexweşîyê bûne ku ji wan 6 milyon û 814 hezar û 875 kesî canê xwe ji dest daye.
Di warê hejmara tûşbûyî û gorîyên koronayê da, Amerîka di rêza yekê da ye.
Herî dawî 97 kesên din li Amerîkayê bi koronayê mirin ku bi vî awayî hejmara gorîyan rabû milyonek û 150 hezar û 133 kesî.