Civîna çaralî ya Moskowê paşda ket
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand ku civîna çaralî ya Rûsya, Îran, Tirkîye û Sûrîyê li Moskowê paşda ket.
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bêyî ku tiştekî zêdetir bêje, ragihand ku ew civîna bi hegerên teknîkî hatîye paşdaxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ‘Mewlûd Çavûşoglu’ hefteya buhurî ragihand ku Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Sûrîye, Tirkîye û Rûsyayê yê di 16 û 17ê vê mehê da li Moskowê bi merema amadekarîya bo lidarxistina civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên hanê têkildarî qeyrana Sûrîyê bicivin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî berî vîya ragihandibû ku Îran yê di civîna çaralî ya Moskowê da pişikdar be.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ‘Mîxayîl Bogdanov’ jî vê dawîyê amajeyî lidarxistina civîna Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkîye, Rûsya û Sûrîyê li Moskowê kiribû û hêvî kiribû ku bi domandina wan civînan nakokîyên di navbera Enqere û Şamê da bên kêmkirin û peywendîyên dîplomatîk di navbera her du welaan da bên vejîyandin.