Adar 13, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an du beranber zêde bûye

Saziyeke lêkolîna navneteweyî ragihand ku şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an de du beranber zêde bûye.

Saziya Lêkolînên Navneteweyî ya Stockholm’ê bal kişand ser du beranberbûna şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an û argihand ku şandina çek û sîlehan bo Ukraynê bi hinceta şêr li vî welatî di yek sala buhurî de sedî 93 û anegorî pênc salên buhurî sedî 47 zêde bûye.

 Li gorî ragihandina vê saziya lêkolînê ya navneteweyî şerê li Ukraynê bû sedem daxwaziyên ji bo wergirtina çek û sîlehan ji aliyê hinek welatên ewropî mîna Polonya û Norwejê Zêdetir bibin.

 Şerê Ukraynê bi hemî dûhatên xwe yên berfireh ên siyasî, eskerî, aborî, civakî û heta çandî 13’emîn meha xwe derbas dike û şandina çek û sîlehên welatên rojavayî bo Ukraynê hîna didome.

 

Serepeyv