Adar 09, 2023 18:29 Asia/Tehran
  • Bogdanov: Rûsya çaverêyê bersiva Îran û Sûrîyê têkildarî civîna Moskowayê ye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê “Mîxayîl Bogdanov” got: “Moskow û Enqere li benda bersiva Têhran û Dimeşqê derheq lidarxistina civîna berayî ji bo asayîkirina peywendîyan di navbera Sûrîye û Tirkîyê da ne. “

Bogdanov herwiha gto: “Ew civîna teknîkê yê di asta Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên wan 4 welatana da bê lidarxistin û merem ji vê civînê jî amadekarîya bo civîna Wezîrên Karên Derve yên wan welatan e.”

Wezîrên Berevanîyê yên Rûsya, Tirkîye û Sûrîyê di civîna ku di 28ê Kanûna sala 2022an da li Moskowê li dar xistin, li ser asayîkirina peywendîyan di navbera Enqere û Dimeşqê bi rêya pêkanîna Komsyona Sêalî û piştre lidarxistina civîna Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan bi merema amadekarîya hevdîtina Erdogan û Esed serokomarên her du welatan lihev kirin.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê jî îro di daxûyanîyekê da ragihand: “Aştîya mayînde li Sûrîyê di halekî da ku dagirkerîya Amerîkayê li wî welatî didome, nepêkan e.”

 

Serepeyv