3.5 milyon fransî careka din daketin kolanan
Konfederasyona Giştî ya Karkeran a Fransayê ragihand ku di xwenîşandana duh da 3.5 milyon fransî daketin kolanan ku anegorî xwenîşandana di 31ê Çilleyê da milyonek kes zêdetir pişkdar bibûn.
Serserkreterê Konfederasyona Gişt ya Karkeran a Fransayê “Philippe Martinez” ragihand: Nêzî 3.5 milyon kes duh di çarçova pêngava şeşan a dijî guhertina qanûna malnişînbûnê da daketin kolanan.
“Konfederasyona Gişt ya Karkeran a Fransayê” ku yekitîya karkeran a herî mezin li vî welatî ye, ragihand ku di xwenîşandana duh da 3.5 milyon fransî daketin kolanan ku anegorî xwenîşandana di 31ê Çilleyê da milyonek kes zêdetir pişkdar bibûn.
Eva di halekî da ye ku Wezareta Karên Hundur a Fransayê ragihand ku milyonek û 280 hezar kes di xwenîşandana duh da pişkdar bûn.