Adar 06, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Li sînorê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê careke din pevçûn dest pê bûn

Eskerên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê careke din li navçeyên sînorî yên navbera du welatan bi hev re ketin pevçûnê.

 Ajnasa fermî ya nûçeyan a Komara Azerbaycanê îdia kir ku duh Yekşemiyê piştî gullavêtina komeke eskerî ya ser bi Ermenistanê li nêzîkî bajarê Şûşayê pevçûnên nû di navbera eskerên Ermenistan û Komara Azerbaycanê derketin ku di encamê ji her du aliyan hejmarek zêde hatin kuştin.

Çavkaniyên medyayan li Bakûyî ragihandin sê eskerên Ermensiatnê hatin kuştin û bêyî ku bala xwe bidin ser amara eseh a birîndar û kuştiyên aliyê azerbaycanî, ragihandin ku di encama vê pevçûnê de çend eskerên azerî jî hatine kuştin.

Werzareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê jî piştî vê pevçûna eskerî di malpera xwe de ragihand ku di encama vê gulleavêtinê de ji her du aliyan hejmarek hatin kuştin.

 Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê careke din alîyê ermenî bi kiryarên bi tehrîk tawanbar kir; lê Ermenitanê derbarê vê yekê de tiştek ranegihandiye.

 

Serepeyv