Adar 03, 2023 18:17 Asia/Tehran
  •  Krêmlînê teqezî ser girtina pêşiya dubarebûna êrişên terorîstî yên Ukraynê li Rûsyayê kir

Berdevkê Serokkomarê Rûsyayê ragihand ku Moskowa derbarê girtina pêşiya dubarebûna êrişên terorîstî yên Ukraynê li Rûsyayê cidî ye.

Dmitry Peskov, Berdevkê Serokkomarê Rûsyayê roja Înîyê bal kişand ser lêkolînên derbarê êrişa terorîstî ya Ukraynê ser parêzêgeha Biryanskê li rojavayê Rûsyayê û ragihand ku Moskowa hin kiryaran dike ku rêya derbasbûna terorîstên Ukraynê bi rêya sînoran ve nav Rûsyayê bigre.

 Dmitry Peskov di dewamê de derbarê dewama destêwerdanên eskerî yên Amerîka û NATO’yê li şerê Ukraynê bi şandina çek û sîlehan bo vî welatî hişyarî da, ev kiryarên bêewlehker ên Amerîka û NATO’yê yê dûhatên cîhanî hebin.

Rayedarên xwecihî yên parêzgeha Biryanskî li rojavayê Rûsyayê ragihandin ku komeke xirabkarên ukraynî, roja Pêncşemiya buhurî tevî derbasbûna nav axa Rûsyayê û gulleavêtina ber bi erebeyekê, kesek kuştin û zarokek jî birîndar kirin û şeş kes jî hêsîr girtin.

Rûsyayê, bi caran artêş û hikûmeta Ukraynê bi taybet netewxwazên tundrê ên vî welatî bi hewldana bo jînosayda ûrisan tawanbar kiriye û ev meseleya yek ji hegerên sereke yên destpêkirina operasyona taybet ragihandiye.

 Rûsyayê di 24ê Sibata 2022’an û piştî kiryarên handêr ên NATO’yê li sînorê vî welatî, operasyona eskerî li Ukraynê dest pê kir û welatên rojavayî bi taybet Amerîka ne tenê karek bo kêmkirina nakokiyan û rawestandina pevçûnên li Ukraynê nekirin, belkî bi şandina kelûpel û çek û sîlehan û zexta ser Rûsyayê ev nearamî gurtir jî kirine.

 

Serepeyv