Sibat 22, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Şoferên Ambûlansan li Ingilîs û Welzê dest bi grevê kirin

Bi hezaran şoferên Ambûlansan li Ingilîs û Welzê careka din bi nîşana nerazîbûna himberî kêmbûna destmizê û personelan dest bi grevê kirin.

Bi hezaran şoferên ambûlansan yên 2 yekitîyên cida li Ingilîs û Welzê dest bi grevê kirin. Ew destmiz û miaşekê dixwazin ku anegorî xercên jîyanê be û peyama wan jî ev e ku Beşa Xizmetên Ambûlansê zexteke derveyî şîyana xwe tamul dikin.

Bi greva personelên Beşa Xizmetên Ambûlansê ku rewş aloz bûye, xelk jî tevî vê alozbûnê piştgirîyê didin şoferên Ambûlansan.

Personelên Ambûlansan ên ku tev li grevê bûne tenê di haletên awarte da desta ji grevê dikişînin.

Greva personel û xebatkarên beşa tenduristîya neteweyî ya Ingilîsê di hefteyên vê dawîyê da giran bûye û biryar e ku hin grevên din jî di meha bê da dest pê bibin.

Lê Wezîrê Darayîyê yê Ingilîsê “Jeremy Hunt” dibêje ku desteya wezîran nikare miaşan zêde bike.

Ji destpêka meha Sibatê va zêde ji 500 hezar kesî li vî welatî dest bi grevê kirine.

 

Serepeyv