Sibat 20, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Sistîya hikûmeta Amerîkayê û vegerîyana koma terorîstî ya DAIŞ’ê

Nûnerê Kongreya Amerîkayê qala serneketina siyasetên hikûmeta vî welatî di kontrolkirina DAIŞ’ê da kir ku bûye sebeb ev koma terorîstî dîsan bibe xeterek ji bo cîhanê.

“Michael Waltz” endamê Kongreya Amerîkayê bal kişande ser vegerîyana DAIŞ’ê li pey sistîya hikûmeta Joe Biden û got, di encama siyaseta hikûmeta Amerîkayê da, koma terorîstî ya DAIŞ’ê dîsan vegerîyaye meydanê, ev di rewşekê da ye ku  Biden stratejîya têkoşîna dijî vê koma terorîstî rawestandiye.

Michael Waltz tekez kir: Di rewşa niha da bi hezaran kes ji DAIŞ’îyan ku li welatên Rojavayê Asyayê di girtîgehê da ne, li benda pêkhatina derfetekê ji bo revîna ji girtîgehê û jinûva destpêkirina çalakîyên xwe yên terorîstî ne.

Wî her wiha got: Hikûmeta Biden divê rêkareke tam ji bo meseleya zîndanîyên DAIŞ’ê ku pirranîya wan di bin kontrola komên kurd ên çekdar li Sûrîyê da ne, peyda bike.

 

Serepeyv