Şandina çekan bo hikûmeta darbeyê li Mîyanmarê ji hêla zilhêzan ve
Li gorî raporeke NY, Artêşa Mîyanmarê bi saya piştgirîyên şirketên herîkêm 13 welatan, gellek çek û rextan çêdike.
2 sal ji darbeya leşkerî li Mîyanmarê derbas dibe, hikûmeta ku ji Artêşê û bi darbeyê pêk hatîye hela jî gelê vî welatî tepeser dike. Hikûmeta ku tevî boykotên NY ji zilhêzên cîhanê çek û rextan werdigire.
Rayedarên pillebilind ên NY di raporekê da ku vê dawîyê hatîye weşandin, aşkira kirine ku Artêşa Mîyanmarê tevî boykotên NY, çek û rextan ji Amerîka, Fransa, Hin û Japonê werdigire.
Koma Dadwerî ji bo Mîyanmarê jî aşkira kirîye ku şirketa Kognayt a israyîlî û çend rayedarên israyîlî mehekê berî darbeyê, wek alîkarîya bo darbeyê, alavên sîxorîyê firotine Mîyanmarê.
Tepeserkirin, kuştin û desteserkirina gelê Mîyanmarê di halekî da didome li Koma Dadwerî ji bo Mîyanmarê vê dawîyê aşkira kirîye ku şirketeke çêkirina çek û rextan a hindî jî herî kêm 7 barên teknolojîya leşkerî dane ber destê darbekarên li Mîyanmarê.