Piştî 35 salan sînorê di navbera Tirkiye û Ermenistanê da hat vekirin
Piştî 35 salan, derbasgeha sînorî ya di navbera Tirkiye û Ermenistanê da hat vekirin bona ku alîkariyê bighînin xelkê erdhejlêxistî yê başûrê Tirkiyê.
Enqerê, ku di şerê Qerebaxê di navbera Yêrîwan û Bakûyê de tam piştgirî da Komara Azerbaycanê ji deheka 1990`an ve peywendiyên dîplomatîk û ticarî bi Yêrîwanê re tinebûye.
Ajansa Nûçeyan a Anadolu`yê ji zarê dîploamtekî Tirkiyê ragehand: Serdar Kiliç, Şandiyê Taybet ê Tirkiyê di Karûbarên Ermenistanê de, hin wêneyên derbasûna kamyonan ji xala lêgerînê ya Alîkanê li rexê çemê Eresê, beşa ku ketiye nav axa Tirkiyê, ku her du welatan ji hev cuda dike, weşandiye.
Kiliç sipasiya rayedarên Yêrîwanê kir û got: Em ê ti carî alîkariyên gelê Ermenitanê bo kêmkirina êş û elemên gelê Tirkiyê li navçeyên erdhejlêxistî ji bîr nekin.
Ev derbasgeha sînorî cara dawiyê di sala 1988`an de bo şandina alîkariyên Hîva Sor a Tirkiyê bo Ermenisdtanê hat bikaranîn.
Rêberên Tirkiyê û Ermensitanê par, di civîneke ewrûpî û piştî hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên her du welatan bona wêdedanîna kîna çend dehsalî bi awayê nefermî hevdîtin pêk anîn.