Kanada welatîyên xwe yên ser bi DAIŞê ji kurdên Sûrîyê wernagire
Delweta Kanadayê ragihandîye ku yê tenê zarokên welatîyê kanadayî yên ser bi DAIŞê ji rêvebirîya bakur û rojhilata Sûrîyê wergire û ne mafê dayîkên wan e ku derbasî Kanadayê bibin.
Belavoka The Globe and Mail a Kanadayê ragihand ku
dewleta vî welatî tevî hikma Dadgeha Bilind a vî welatî
naxwaze welatîyên jin ên ser bi DAIŞ`ê wergire û dê rê
nede dayîkên 6 zarokên welatîyê kanadayî.
Dewleta Kanadayê ragihandîye ku navên
wan zarokan ku welatîyê Kanadayê ne, yan
li Sûrîyê hatine kuştin an bi destê hêzên
kurd hatine desteserkirin. Lê dayîkên wan
ne welatîyê Kanadayê ne, lewma wan izna
derbasbûna nav Kanadayê tinene.
Hin jinên ku zarokên wan welatîyê
Kanadayê ne û li Kempa Roj`ê di bin
kontrola HSD da dimînin, ji belavoka The
Globe and Mail re gotine ku dewleta Kanadayê ew
agahdar kirine ku yê tenê zarokan vegerîne û ne mafê
dayîkên wan e ku bizvirin wî welatî.