Ûrsêtê himberî pêşnîyara Amerîkayê bersiv da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339112-Ûrsêtê_himberî_pêşnîyara_amerîkayê_bersiv_da
Berdevkê Kremlînê pêgirî kir ku Amerîkayê ti cîyek ji bo lihevhatina têkildarî boykot û muzakireyan a digel Ûrsêtê nehîştîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2023 13:41 Asia/Tehran
  • Ûrsêtê himberî pêşnîyara Amerîkayê bersiv da

Berdevkê Kremlînê pêgirî kir ku Amerîkayê ti cîyek ji bo lihevhatina têkildarî boykot û muzakireyan a digel Ûrsêtê nehîştîye.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov ji ber sîyasetên Amerîkayê yên himberî Ûrsêtê rexne kir û got: Amerîkayê idî ti cîyek ji bo lihevhatina têkildarî boykot û muzakireyan a digel Ûrsêtê nehîştîye.

Peskov piştî wê ev yeka got ku Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Di Karên Sîyasî da Victoria Nuland pêşnîyar kir ku heke Ûrsêt deverên teze xistine ser axa xwe bizvirîne û bide Ukraynê, dê boykotên dijî Moskowê bên kêmkirin.

Peskov herwiha got: Victoria Nuland`ê hin pêşnîyar dubare kirine ku nebûna nermatîyê di helwesta Amerîkayê da ku tam ji helwesta me cida ye, ray didin.

Gêreya di navbera Ûrsêt  ûAmerîkayê da piştî şerê Ukraynê gurr bûye û Moskow dibêje ku Waşîngton sebebkarê vê giranbûna gêreya digel Ukraynê ye.