Gulereşandin li Amerîkayê; 2 kuştî û 16 birîndar
Medyayên amerîkî ragihandin ku ji ber 3 gulereşandinan li sê navçeyên vî welatî di sibeha roja Yekşemiyê da, 2 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî di encama du gullereşandinan da bi navbira saetekê li bajarê Brûklînê yê Amerîkayê, 2 mêr hatin kuştin û çar kes birîndar bûn.
Ji aliyên din va, rayedarên eyaleta Loyîzîyanayê (Louisiana) jî ragihandin ku ji ber gullereşandina li klûbeke şevê da li navçeya Batûn Rojê (Baton Rouge) 12 kes birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Polîsê Loyîzîyanayê, rewşa birîndarekî xedar e û yên din di rewşeke mayînde da ne.
Vekolandina amara tundî û şideta bi çekê li Amerîkayê nîşan dide ku şideta bi rêya bikaranîna çekê li vî welatî roj bi roj zêdetir dibe; ji ber ku, tevî ku derdora sedî 5 ji gelheya cîhanê li Amerîkayê dijî, lê derdora sedî 31 ji kesên ku tevkujiya bi çekê pêk tînin li vî welatî ne.