Ûrsêtê hişyarî da NATO`yê: Şerê li Ukraynê tund nekin
Berdevkê Kremlînê hişyarî da ku xetera tevlîbûna NATO`yê di şerê Ukraynê da zêde bûye.
Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov got: Şandina tankên giran ên welatên rojavayî bo Ukraynê, ti bandorekê li pêşketina Ûrsêtê di warê bidestxistina armancên Moskowê da nake. Hevkêşîya ser Ukraynê wekî babelîskê berfire dibe.
Peskov pêgirî ser zêdebûna xetera tevlîbûna NATO`yê di şerê Ukraynê da kir û got: Ji bo ku gêreya Ukraynê were kêmkirin, divê welatên rojavayî dilnigeranîyên Ûrsêtê berçav bigirin.
Ji hêla din va, Balyozê Amerîkayê li Waşîngtonê Anatolî Antonov jî pêgirî kir ku Amerîka û hevpeymanên Waşîngtonê şerekî çendalî û berfire dijî Ûrsêtê bi rê xistine û rêya ku Amerîkayê ji bo ku işkesteke istiratejîk ser Ûrsêtê da bisepîne daye ber xwe, cîhanê ber bi sênaryoyeyeke bikaresat va kaş dike.