Çile 19, 2023 18:13 Asia/Tehran
  •  Li Amerîkayê hejmara çekan ji hejmara welatîyan zêdetir e

Encama lêkolînên nû nîşan dide hejmara çekên otomat ên di civaka Amerîkayê da ji hejmara welatîyan derbas bûye.

Li gorî rapora Navenda Neteweyî ya Amarên Perwerdeyê, êrişa bi çekan li dibistanên Amerîkayê di sala xwendinê ya 2020-2021ê da rabûye asta herî bilind a di 20 salên buhurî da.

Li gorî rapora Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşîyan li Amerîkayê, sala buhurî çek sebeba sereke ya kuştinê di nava zarok, tezelaw û ciwanên amerîkî da bû û zêde ji ser qezayên trafîkê bûye sedema gorîbûna mirovan.

Encama hilkolandinên têkildarî hejmara çekan li Amerîkayê nîşan ddie ku Amerîka di warê hejmara çekan da li cîhanê pêşneg e û hejmara çekan li vî welatî ji ya welatîyan zêdetir e.

Li gorî encameke vê lêkolînê, zêde ji 393 milyon çek di destê sivîlên amerîkî da ne.

 

Serepeyv