Dewleta Ingilîsê li zêdetirî 27 welatan amadekariya darbeyê kiriye an ew cih aniye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338839-dewleta_ingilîsê_li_zêdetirî_27_welatan_amadekariya_darbeyê_kiriye_an_ew_cih_aniye
Malpereke lêkolînê ya Inglîzê eşkere kir hikûmeta vî welatî ji dema kutabûna şerê cîhanê yê dudyan va zêdetirî 40 caran li zêde ji 27 welatên cîhanê plana darbeyê darêştîye yan ew bi cih aniye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2023 13:10 Asia/Tehran
  • Dewleta Ingilîsê li zêdetirî 27 welatan amadekariya darbeyê kiriye an ew cih aniye

Malpereke lêkolînê ya Inglîzê eşkere kir hikûmeta vî welatî ji dema kutabûna şerê cîhanê yê dudyan va zêdetirî 40 caran li zêde ji 27 welatên cîhanê plana darbeyê darêştîye yan ew bi cih aniye.

Malpera lêkolînê ya Declassified ya Inglîzê ragehand ku  operasyona îstixbaratê ya vî welatî dijî hikûmetên biyanî eşkere an nihênî cih hatîye ku piraniya wan serê xwe negirtîye.

Malpera lêkolînê ya Declassified`ê pêştir raporeke bibelge û eseh derbarê destêwerdanên eskerî yên Inglîzê li seranserê cîhanê da belav kir ku nîşan dide Londonê zêdetir ji tişta ku medyayên fermî ragehandin artêşa xwe bo cihanîna darbeyê dijî dewletên biyanî bi kar aniye yan gefa destêwerdana  eskerî kiriye.

Vê malpera lêkolînê her wiha eşkere kir ku artêşa Inglîzê ji sala 1945`an ve heta niha 83 destêwerdanên eskerî li 47 welatên curbicur kirîye.