Belgeyên nihênî vê carê jî li mala Biden hatin keşifkirin
Rawêjkarê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê got ku belgeyên nihênî yên nû li mala Serokomarê Amerîkayê Jeo Biden hatin keşifkirin.
Jeo Biden ji sala 2009 heta 2017ê Cîgirê Barak Obama Serokomar çil û çaran ê Amerîkayê bû û belgeyên nihênî yên hatine keşifkirinê, yên wê demê ne.
Berî vîya hat kivşkirin ku ew belge derbara agahîyên têkildarî babetên wekî Îran, Ukrayn û Ingilîsê da bûne.
Rawêjkarê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê Richard Sauber şeva buhurî got: Belgeyên nihênî yên nû li mala Jeo Biden a li şarê Wilmington ser bi eyaleta Delaware`ê hatine keşifkirinê.
Richard Sauber herwiha got: 5 rûpel lêzanînên nihênî li odeya rex garaja mala Biden hatin peydakirin û parêzerên Serokomarê Amerîkayê bêyî izna pêwîst, lêgerîna zêdetr li vê beşa malê sekinandin.
Ev cara sisêyan e ku belge û lêzanînên nihênî yên serdema ku ew Cîgirê Obama bûye, li derveyî Qesra Sipî têkeşifkirin.
Jeo Biden dil hebû di axavtina xwe ya di 7ê Sibatê da, pişikdarîya xwe di hilbijartina serokomarîtyê di sala 2024ê da ragihîne. Çavkanîyên haydar jî dibêjin ku keşifkirina belgeyên nihênî yên têkildarî wî li derveyî Qesra Sipî ev yeka dijwar kirîye.