Inglîz, sebebkarê gurrtirbûna êrişên vê dawiyê ser xelkê sivîl ê Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338827-inglîz_sebebkarê_gurrtirbûna_êrişên_vê_dawiyê_ser_xelkê_sivîl_ê_yemenê
Inglîzê bi firotina çek û sîlehan bo hevlbandiya bi serkêşiya Erebistana Seûdî, sebebkarê gurrbûna êrişên vê dawiyê ser xelkê sivîl li Yemenê tê hesêb.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2023 06:03 Asia/Tehran
  • Inglîz, sebebkarê gurrtirbûna êrişên vê dawiyê ser xelkê sivîl ê Yemenê

Inglîzê bi firotina çek û sîlehan bo hevlbandiya bi serkêşiya Erebistana Seûdî, sebebkarê gurrbûna êrişên vê dawiyê ser xelkê sivîl li Yemenê tê hesêb.

Malpera Middle East Eye`ê di nîvsekê de ragehand: Amara Rêxistina OXFAM`ê nîşan dide hevalbendiya bi serkêşiya Erebistana Seûdî bi çekên ku Emerîka û Inglîzê danê, êrişî ser xelkê sivîl ê Yemenê kiriye.

Di raporeke nû de hatiye gotin ku Inglîzê ji riya firotina çek û sîlehên xwe bo hevlabnediya bi serkêşiya Erebistana Seûdî destek daye ku şîdeta dijî xelkê sivîl li Yemenê xurttir bibe.

OXFAM`ê di vê rapora ser navê ``gurrtirkirina şîdetê`` da ragehad ku di navbera Çilleya 2021`an heta dawiya Sibata 2022`an de zêdetirî 1700 caran êriş ser xelkê sivîl yê Yemenê hatiye kirin ku çar yekê wan bi serkirdetiya Hevlabnediya Seûdî bi çek û sîlehên Emerîka û Inglîzê pêk hatine.

 Hikûmeta Inglîzê bi caran ji ber dewama frotina çek û sîlehan bo Erebistana  Seûdî hatiye rexekirin.

Ingilîzê ji sala 2015`an va heta niha îzna firotina bayê herîkêm 7.9 milyar pondî çek û sîlehan daye Erebistanê.