Ûrsêtê di manovrekê da li bakura Ewrûpayê mûşekên dengbirr bi kar anîn
Ûrsêtê manovrek li deryaya Norwejê li bakura Ewrûpayê li dar xist û di vê manovrê da papora bi mûşekên istiratejîk ên dengbirr teyakirî yên bi navê Tisîrkon nîşan dan.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Beşa Bakur a Hêza Deryayî ya Ûrsêtê di daxûyanîyekê da ragihand ku papora Edmîral Gorşkov (Admiral Gorshkov) a vî welatî ku bi mûşekên dengbirr ên Tisîrkon hatîye teyarkirin. di manovra li deryaya Norwejê da êrişa hewayî ya dijminê dîyarkirî pûç kir.
Di vê daxûyanîyê da hatîye ku ev meşqa bi merema pûçkirina êrişên hewayî bi bikaranîna çek, balafir û mûşekên dijegemî li deryaya Norwejê û di rewşeke aloz a hewayê da hat lidarxsitin.
Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn di 4ê Çilleya sala 2023yê da, papora Edmîral Gorşkov ku bi sîstema mûşekî ya NK Kalîbr`ê û mûşekên dengbirr ên Tisîrkon`ê hatîye teyarkirin, bi piştgirîya hêza deryayî, ji bo gerra li avên vê herêma Ewrûpayê erkdar kir.
Ev karê Pûtîn hilgirê vê peyamê ji bo welatên rojavayî ye ku Moskow dê ji operasyona leşkerî ya li Ukraynê venekişe.