Çile 07, 2023 19:02 Asia/Tehran
  •  Greva karker û personelên Şebekeya Rêya Hesin a Ingilîsê didome

Greva karker û personelên Şebekeya Rêya Hesin a Ingilîsê ku bi nîşana nerazîbûna himberî asta kêm a destmizan û şert û mercên karkirinê dest pê bûye, di roja duyem da didome.

Karker û personelên Şebekeya Rêya Hesin a Ingilîsê ku dixwazin miaş û destmiz anegorî zama giran werin zêdekirin û şert û mercên karkinê yên wan jî bên çêtirkirin, îro bo roja duyem dest ji karê xwe berdan û di encma vê grevê da rêwî li rawestgehên trenan li deverên curbicur ên Ingilîsê sergirdan man û nekarîn bilêtê bi dest bixin.

Greva karker û personelên Şebekeya Rêya Hesin a Ingilîsê herwiha bûye sebeb ku çalakîya beşên din ên weke beşa tenduristî û dermankirinê û jîyana giştî li vî welatî aloz bibe û di encama vê grevê da herwiha bi dehan hezar geşt û seredan li navçeyên curbicur ên Ingilîsê hatin ibtalkirin.

Jordaçûna zamê û bihabûna kel û pelên bingehîn nemaze ardûyê li Ingilîsê bûne sebeb ku jîyana gel nemaze ya karkerên pişka hikûmî rastî gellek dijwarîyan bibe.

 

 

Serepeyv