Pirranîya ingilîsîyan li ser dengwergirtina nû têkildarî Brexit`ê razî ne
Encama rapirsîyekê nîşan dide ku pirranîya welatîyên birîtanîyayî ser vê bawerê ne ku rewşa welatê wan xirabtir ji ya YE ye.
Birîtanîya di 31ê Çilleya sala 2020î da piştî giştpirsîya têkildarî Brexit`ê di sala 2016ê da, bi awayekî fermî ji YE vekişîya û alîgirên vê derketinê bi navbereke kêm ser ketin.
Encama rapirsîya Şirketa Lêkolînan a Savanta`yê nîşan dide ku sedî 65ê pişikdarên wê rapirsîyê dixwazin ku li ser derketina ji YE careka din deng bê wergirtin ku ev sedî 10 zêdetir ji asta di sala buhurî da ye.
Zêde ji nîvê pişikdaran biryara derketina ji YE biryareke şaş zanîn.
Encameke vê rapirsîyê jî nîşan dide ku di vî halî da, di navbera raya giştî da li ser vê yekê ku kînga divê rapirsî were lidarxistinê, nakokî heye.
Kesên ku dibêjin divê careka din rapirsî were lidarxistinê, ser vê bawerê ne ku abora Birîtanîyayê û hejmonîya cîhanî ya vî welatî ketîye ber bayê biryara girîng a derketina ji YE û ji ber vê yekê tûşî xisar û sistbûnê bûye.