Nîgeraniya berfireh ji mirina bêmalan li Skatlendê di zivistanê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338418-nîgeraniya_berfireh_ji_mirina_bêmalan_li_skatlendê_di_zivistanê_da
Bi zêdebûna qeyrana xerciyên jiyanê dê mirina kesên bêmal li Skatlendê di zivistana îsal da zêde bibe û vê mijarê nîgeraniyên derbarê rewşa bêmalan li Skatlendê zêdetir kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2022 13:59 Asia/Tehran
  •  Nîgeraniya berfireh ji mirina bêmalan li Skatlendê di zivistanê da

Bi zêdebûna qeyrana xerciyên jiyanê dê mirina kesên bêmal li Skatlendê di zivistana îsal da zêde bibe û vê mijarê nîgeraniyên derbarê rewşa bêmalan li Skatlendê zêdetir kirine.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Li gorî amarên herî nû li Skatlendê, ji ber qeyrana xerciyên jiyanê û qeyrana kesên bêmal li vê herêmê, rojane zêde ji 65 kesên bêmal li kolanên Skatlendê tên dîtin.

Ev di rewşekê da ye ku beriya niha rojane 20 kesên bêmal li kolanên Skatlendê dihatin dîtin.

Ev amar nîşan dide ku sala di 2021ê da 250 kesên bêmal li Skatlendê canê xwe ji dest daye ku gelekî zêdetir ji serdema beriya belavbûna Vîrûsa Koronayê bû; Pêvajoya xedartir dibe û nîgeraniyeke giran derbarê pêşerojê pêk aniye.