Bazirganiya navbera Îran û Çînê sedî 11 zêde bûye
Kanûn 22, 2022 14:47 Asia/Tehran
Bazirganiya navbera Îran û Çînê bi zêdebûna sedî 11 gihîşte 14 miliyar û 600 miliyon dolarî.
Li gorî rapora IRNA'yê, Gumrika Çînê roja Pêncşemiyê ragihand: Danûstandna bazirganiyê di navbera Çînê û Îranê di 11 mehên sala 2022an da heta dawiya Mijdarê bi zêdebûneke sedî 11 li gorî vê heyamê di sala 2021ê da gihîşte 14 miliyar û 600 miliyon dolarî.
Li gorî vê raporê, Hevsengiya bazirganiyê ya du welatan di 11 mehên îsal da bi qasî 2.5 miliyar dolarî li ser xêra Çînê bûye.