Kanûn 19, 2022 17:07 Asia/Tehran
  • Ukraynê plana aştiyê ya Kissinger red kir

Dewleta Ukraynê pêşniyara wezîrê derve yê Amerîkayê yê berê ji bo gotûbêja aştiyê digel Rûsiyê red kir.

Henry Kissinger wezîrê derve yê Amerîkayê yê berê roja Yekşemiyê di nivîsarekê da tevî tekeziya li ser vêya ku encama şerê Rûsiye û Ukraynê nabe ku lawazkirina Moskoyê be, nivîsî: Dema berêxwedana bi gotûbêjên aştiyê li Ukraynê ji bo pêşîgirtin li şerekî din ê cîhanî hatiye.

Dewleta Ukraynê pêşniyara vî kevnedîplomatê amerîkî sersariya li hemberî Rûsiyê zanî.

Ukraynê ragihandiye ku pêkhatina lihevkirinekê ku radestkirina axê misoger bike, ne mimkin e.

Welatên ewropî û rojavayî bi taybet Amerîkayê bi girankirina zexta boykotan li dijî Rûsiyê û raberkirina cûreyên çekên sivik û giran bo Kiyêvê, ne tenê ti pêngavek ji bo bidawîanîna şêrr li Ukraynê ranekiriye, belkî zêdetir ji berê agirê pevçûnan li vî welatî gurrtir kirine.

Roja Yekşemiyê jî Oleksii Arestovych şêwirmendê Zelenskî yê leşkerî ragihand: Şer li Ukraynê herî kêm dê heta du sal û nîvê din were domandin.

Hefteya pêş jî Mariya Zaxarova, berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê ragihand, li gorî belgeyên aşkira yên belavbûyî, Amerîka bi armanca firotina çekên pirtir û wergirtina pereyê zehftir dixwaze herî kêm heta dawiya sala 2025an şêrr li Ukraynê bidomîne.

Hevdem Ajansa Bloomberg'ê ragihand: Parezemîna Ewropayê ji ber qeyrana enêrjiyê û bihabûnên ji ber şerê Ukraynê tûşî ziyaneke yek trîliyonî bûye. Zirardîtina Ewropayê bi qasî trîliyonekê ji ber qeyrana enêrjiyê û devberdana ji gaza Rûsiyê di encama boykotkirina vî welatî da ye.

 

Serepeyv