Li Lyona Fransayê agir bi avahiyeke 7 qatî ket; herî kêm 10 kes mirin
Kanûn 16, 2022 18:15 Asia/Tehran
Li bajarê Lyonê yê li rojhilatê Fransayê di encama agirpêketina bi avahiyeke 7 qatî de 10 kesan canê xwe ji dest da ku 5 ji wan zarok in.
Li gor ajansa AFP'a Fransî, rayedarên xwecihî ragihandie ku agir ji qata binî ya avahiyê dest pê kir û ber bi jor ve belav bû.
Di vê bûyerê de 14 kes jî birîndar bûne ku li gor zanyariyan rewşa yek ji wan birîndaran giran e.
Sedema şewatê hîn ne diyar e, lê lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.
Du kesên agirkuj di dema hewldana bo vemirandin û kontrolkirina agir de bi sivikî birîndar bûne.
Hatiye ragihandin ku ji bo kontrolkirina agirê li wê avahiya 7 qatî de 170 hêzên vemirandina agir bo cihê bûyerê hatibûn şandin.