Kanûn 16, 2022 14:12 Asia/Tehran
  •  Hindê mûşeka Balistîk a navokî ya Agni-5'ê ya erd-bi-erd ceriband

Hindê roja Pêncşemiyê qala ceribandina mûşeka balistîk a navokî ya erd-bi-erd bi navê Agni-5'ê bi birra 5 hezar kîlometreyî kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Fermandetiya Hêzên Stratejîk a Hindê roja Pêncşemiyê ragihand ku ceribandina mûşeka balistîk a navokî ya bi navê Agni-5'ê serkeftî bûye û ev mûşek ji Girava Ebdulkelamê li peravên Odîşayê hatiye avêtin.

Mûşeka Agni-5'ê ya erd-bi-erd bi dirêjahiya 17 metreyan, stûriya 2 metreyan û giraniya 50 tonî, bi ardûya hişk a sêqonaxî û pergalên herî nû yên firrînê ji bo lêketina deqîq li armancê hatiye çêkirin.

Ceribandinên berê yên Mûşeka Agni-5'ê bûbûn sebeba nerazîtiya welatên cînar û hevrik yanî Çîn û Pakistanê.

Ev ceribandina mûşekî di germegerma zêdebûna kêşeya digel Çînê piştî pevçûnên vê dawiyê li dirêjahiya sînorên kêşeliser li parêzgeha Arûnaçal Pradêşê (Arunachal Pradesh) li bakûrê rojhilatê Hindê pêk hatiye.

 

Serepeyv