Kanûn 11, 2022 19:57 Asia/Tehran
  •  Di sînorên navbera Efxanistan û Pakistanê de pevçûn derket

 Li sînorên di navbera Efaxnistan û Pakistanê de careke din pevçûn derket.

Ji dema bidesthilatbûna Talibanê li Efaxnistanê ji 15ê Tebaxa par va heta niha, pevçûn li sînorên di navbera Efxanistan û Pakistanê de gurrtir bûne û her çend wextan carekê yek ji du welatan aliyê hember tawanbarî destpêkirina peçûnan dike.

 Heftiya derbasbûyî jî hêzên sînorvaniyê yên Pakistanê bi terorîstên nêzîkî sînorê Efxanistanê re ketine pevçûneke bixwîn.

Eyaletên Pakistanê yên bakurî û li sînorê Efxanistanê jî ev çend sal in bûne meydana cirîdê bo komên terorîst ji wan Talibana Pakisanê.

 Çavkaniyên ewlehiyê li Efxanistanê ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Talibanê bi sînorvanên Pakistanê re roja YekŞemiyê nêzîkî derbasgeha Îspîn Boldekê careke din ketin pevçûnê. Van çavkaniyan amajeyî xisarên muhtemel ên vê pevçûnê nekir.

 

Serepeyv