Mijdar 26, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Şerê Ukraynê; Dîmen nîşan didin ku serbazên ûris ji nêzîk va hatine kuştin

Rojnameya New York Times'ê di raporeke ser navê ''Vîdyoyên kuştina ji nêzîk va ya serbazên êxsîr ên ûris'' da nivîsî: Dîmenên ku li torên civakî hatine weşandin, bûne sedema hin pirsan têkildarî pêkanîna cinayetên cengê ji hêla serbazên ukraynî va.

Hin vîdyoyên ku hefteya buhurî li torên civakî hatin weşandin, bûn sedema vê pirsê ku gelo hêzên ukraynî cinayeta cengê pêk anîye yan ji bo berevanîya xwe hewil didin komeke serbazên ûris bigirin ku paşê tên kuştin.

Ew vîdyo dîmenên bixof ên berî û piştî şerê di destpêka vê mehê da nîşan didin ku di encamê da herîkêm 11 ûris ku pirranîya wan xwe ser erdê dirêj kirine, piştî ku yek ji wan nişkê va hêzên ukraynî ku nêzîkî wan sekinîne dide ber gulleyan, ji nêzîk va tên kuştin.

Di vê navberê da çavdêr û şirovekerên şerxwaz ji hikûmeta Pûtîn xwestin ku vê mijarê li dezgehên navnetewî hilkolîne û bişopîne.

Nika Moskow û Kîyêv li ser vê yekê hevdu bi cinayeta cengê tawanbar dikin.

NY jî ragihandîye ku ev mesele divê were hilkolandin. 

 

Serepeyv