Cotmeh 30, 2022 09:02 Asia/Tehran
  • Ji ber îzdîhama li Koreya Başûr ya li cejna şeva borî 151 kesan can da

Hejmara kuştiyên ji ber îzdîhama li cejna şeva borî ya Koreya Başûr gihêşt 151 kesan.

Li despêkê hejmara kuştiyên di qerebalixa ku di dema çalakiyên Cejna Halloweenê anku pirebok ên li paytexta Koreya Başûr bajarê Seulê hatin lidarxistin de herî kêm 120 kes hatibû ragihandin.

Lê piştî çend saetan hat ragihandin ku ji ber vê bûyerê li navçeya Itaewon ku yek ji navendên şahiyê yên Seulê ye 151 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 150 kes jî birîndar bûne.

Medya herêmî ragihand ku derdora 100,000 kes ji bo pîrozkirina Halloweenê çûn taxa Itaewon a Seulê. Ji ber nexweşiya koronayê ev çend sal in ku şahiya vê şevê li Koreya Başûr nedihat lidarxistin

"Choi Cheon-sik", karbidestê Servîsa Agirkujiya Neteweyî ya Koreya Başûr ragihand ku herî kêm 400 hêzên hawarçûnê û alîkariyê ji bo alîkariyê şandin cihê bûyerê.

Wî diyar kir ku di dema pîrozbahiyê de li kolaneke teng kesên li paş hev dehf dane wê ji ber wê yekê îzdîham derketiye.

Piştî vê bûyera tal Serokomarê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol civîneke awarte li dar xist û ji rayedarên vî welatî xwest ku bilez dermankirina birîndaran bikin û tedbîrên ewlehiyê yên li navendên pîrozbahiyê binirxînin.

Serokwezîrê Koreya Başûr Han Deok-soo jî ferman da rayedarên wî welatî ku ji bo kêmkirina qurbaniyan çi ji destê wan tê bikin.

Oh Se-hoon, şaredarê Seulê ku di sefera Ewropayê de ye, piştî vê bûyerê biryar da ku rêwîtiya xwe kurt bike û vegere Seulê.

Serepeyv