Ermenistan dixwaze peymana aştîya digel Azerbaycanê heta dawîya salê were wajokirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337309-ermenistan_dixwaze_peymana_aştîya_digel_azerbaycanê_heta_dawîya_salê_were_wajokirin
Serokwezîrê Ermenistanê got: Me dil heye u rêkevtinama aştîyê ya digel Komara Azerbaycaên heta dawîya îsal wajo bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • Ermenistan dixwaze peymana aştîya digel Azerbaycanê heta dawîya salê were wajokirin

Serokwezîrê Ermenistanê got: Me dil heye u rêkevtinama aştîyê ya digel Komara Azerbaycaên heta dawîya îsal wajo bikin.

Nîkol Paşînîyan Serokwezîrê Ermenistanê li parlimana vî welatî got: Ez hema rast bêjim, dixwazim ku ev peymana aştîyê berî bidawîhatina îsal were wajokirin.

Li gorî gotina Paşîniyan, Ermenistan hêvîdar e ku karê kivşkirina sînoran berî wajokirina peymana aştîyê bikemile û tevav bibe.

Serokwezîrê Ermenistanê herwiha ev pirsa hilêxist ku gelo wajokirina rêkevtinama aştîya digel Komara Azerbaycanê heta dawîya îsal karekî li gorî rastîyan e yan na? got: Heke em wiha bêjin ku me li Piragê lihev kir sînor li gorî yên sala 1991ê bên dîyarkirinê, babeteke li gorî rastîyan e, ji ber ku sînor kivş in.