Bi dewama grevên palîngehan; bi hezaran kesî li hemberî bihabûn û enflasiyonê li Parîsê xwenîşandan bi rê xist
Bi derbasbûna sê hefteyan ji grevên palîngehan ku bûye sebeba kêmbûna ardûyê li seranserî Fransayê, bi hezaran kes ji neraziyan roja Yekşemiyê, 16ê Cotmehê xwenîşandanek liParîsê li dar xist.
Li gorî rapora rojnameya Le Monde'ê, Xwenîşandana roja Yekşemiyê ji aliyê partiyên siyasî yên çepgir va hat lidarxistin ku bi sedan rêxistin pişta wan digirin û piştevaniya tevgera pêkhatî bi rêya greva palîngehan dikin.
Hin neraziyên êlegzer sembola xwenîşandana dijî dewletê ya sala 2018an ku dewleta Emmanuel Macron hejand, li xwe kir. polîs texmîn kir ku derdora 30000 kes beşdarî xwenîşandanê bûne, di halekî da ku organîzekerên xwenîşandanê qala beşdariya 140000 kesî kir.
Ajovanên kamiyonan roja Sêşemiyê wek betlanî ragihandiye û gelek beşên din jî dest bi tevlêbûna li wan kiriye.Beşdarên di xwenîşandanê da daxwaza zêdekirina destmizdan, neguherîna bihayan, kêmkirina temenê malnişîniyê û brçavgirtina mijarên jîngehê dikin.
Li hin cihên bajêr, xwenîşanderan dest bi tundûtûjiyê kir û êrîşî ser hin cihan weke bankan kir. polîs ji bo belavelakirina xwenîşanderan li hin navçeyan spreya îsûtê bi kar anî.