Li bakurê rojavayê Efxanîstanê erdhej çêbû
Îro danê sibê erdhejek bi pileya 5.1 li gor pêlên navxweyî (Richter) şaristanê Eşkaşim li parêzgeha Bedexşan a Efxanistanê hejand. Derbarê ziyan û zirarên canî û malî de ti agahî nehatine belavkirin.
Di mehên borî de ji bilî lehiyê, erdhejê jî li navçeyên curbicur ên Efxanistanê bi taybet li parêzgeha “Xost”ê, ziyanên canî û ziyanên mezin ên maddî gihandin welatiyên vî welatî. Hat ragihandin ku ji ber van belayan zêdeyî 2000 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya ajansa Dengê Efxanîstanê (Ava), îro danê sibê li herêmên cuda yên navçeya Eşkaşim a parêzgeha Bedaxşanê erdhejek bi pileya 5.1 Richteran qewmî.
Mewlewî Muezeddîn Ehmedî berpirsê rewşenbîrî û ragihandinêî yê parêzgeha Bedexşanê erdheja îro li vê parêzgehê bi hêza 5.1 richteran piştrast kir û got: heta niha ti agahî derbarê ziyan û zirarên canî û malî nehatine ragihandin.