Cotmeh 09, 2022 13:24 Asia/Tehran
  •  Gelê Brîtanyayê bertek nîşanî radestkirina Julian Assange bo Amerîkayê da

Neraziyên li hember biryara Londonê ya radestkirina damezrînerê malpera eşkerekir a WikiLeaks'ê bo Amerîkayê, li ber parlemana Brîtanyayê xwenîşandan li dar xist.

Julian Assange, damezirînerê WikiLeaks'ê di sê salên buhurî de emrê xwe li zindana Bilmarşê ya Brîtanyayê derbas kiriye. Pêştir Priti Patel, Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê ya berê di 17ê Hezîrana 2022`ê de bi fermanekê, radestkirina Julian Assange bo Amerîkayê qebûl kir. 

 Parêzerên Julian Assange jî  bona protestokirina vê biryarê, giliya xwe birin dadgeha bilind a Brîtanyayê.

Di xwenîşandana ku duh bi beşdariya hevjîna Julian Assange û hin kesayetiyên siyasî ji wan Cêrmî Korbîn, rêberê berê yê partiya karkir a Brîtanyayê û Claudia Webbe, nûnerê parlemanê ji navenda hilbijartinê ya Leicester East'ê  hat lidarxistin,neraziyan hin sloganên têkilarî azadiya Julian Assange, damezirnerê WikiLeaks'ê bilind kirin.

Claudia Webbe di axiftinekê de xitabî parlemanteran bi bîr xist ku erka wan berevaniya ji demokrasiyê ye û heke Assange bo Amerîkayê were radestkirin, dê nûçegîhanên din bitirsin ku rastiyan eşkere bikin. 

Julian Assange, damezirnerê WikiLeaks'ê ji ber belavkirina bi sedan belgeyên eşkerebûyî yên têkildarî şerê Efxanistan û Iraqê li Amerîkayê di ber şopandinê de ye. 

 

Serepeyv