Yêrîvan û Bakûyê li hev kir ku pevçûnên sînorî rawestînin
Rayedarekî Ermenistanê di warê ewlehiyê da raghihand ku Yêrîvan û Bakûyê li ser pêkanîna agirbesê ji bo bidawîanîna pevçûnên du rojên dawiyê li hev kiriye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Armên Girêgoriyan Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê got: Bi beşdariya civaka navneteweyî, îmkana bidestxistina lihevkirina derbarê agirbesê hat bidestxistin.
Beriya vêya, Nûnerê Rûsiyê li NY got: Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY ji Komara Azerbaycanê û Rûsiyê dixwazin ku herî zû dawî li pevçûnan bînin û agirbesê pêk bînin.
Ceyhûn bayramov wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê gotiye ku hêzên çekdar ên vî welatî wek bersiva bo kiryarên handêr ên Ermenistanê, bersivên ji bo tolhildanê dane.
Lê aliyê ermenî dibêje ku hêzên Komara Azerbaycanê pevçûn dest pê kiriye.
Berbanga Sêşemiyê pevçûneke giran navbera leşkerên du welatan qewimî; Komara Azerbaycanê ragihandiye ku 50 leşkerên vî welatî ji ber vê pevçûnê hatine kuştin. Ermenistanê jî hejmara leşkerên kuştî 105 kes daye zanîn.