11ê Îlonê; Kavila ku hîn jî bi ser civaka Amerîkayê da hildiweşe
Gerçî ku 21 sal ji bûyera 11ê Îlonê derbas dibin, lê wer xuya dike ku civaka Amerîkayê hîn di halê rûbirûbûna digel dûhatên wê bûyerê û siyasetên dewleta Amerîkayê yên piştî wê ye.
Li gorî nûçeya Fars Newsê, 11ê Îlona 2001ê û hilweşiyana bircên cêwî yên Rêxistina Bazirganiya Cîhanî hîn jî ji bûyerên bigengeşe yên dîroka hevçerx a Amerîkayê ye, berûlayên wê bûyerê hîn jî nediyar in.
Li gorî şiroveya fermî 15 kes ji 19 sebekarên wê bûyerê siûdî bûne; Lê Erebistana Siûdî di tevahiya 21 salên derbasbûyî da, tevî hemû hevraz û berjêran, wek hevpeymaneke Amerîkayê li Rojavayê Asyayê maye.
Osame Bin Laden û tora El-Qayîddeyê wek sebebkarê bûyera 11ê Îlonê hatine naskirin; lê hîn gelek karzanan şik û gumana xwe li ser vê yekê hene ku El-Qayîdeyê karîbe bi tenê û bêyî alîkariya ji nav pêkhateya hikûmeta Amerîkayê operasiyoneke wiha plan darêje û bi cih bîne. Şik û guman ewqas berfireh in ku heta derbasî warê endazyariya avahîsaziyê bûye û hin
karzanên vî warî şik û gumana xwe derbarê şêwaza hilweşiyana bircên cêwî jî diyar dikin.