Daxistina balafira hilgirê çekên Rejîma Siyonîst li Bakûyê
Çavkaniyên nûçeyan ji daketina balafira hilgirê çekên Rejîma Siyonîst li Bakûyê xeber da.
Hevkariya Komara Azerbaycanê û Rejîma Siyonîst li warên curbicur ji wan di warê leşkerî de di rewşekê de ye ku gelê Komara Azerbaycanê hertim piştevanê miletê mezlûm ê Filistînê ye û li dijî peywendiyên Bakûyê digel vê rejîmê ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, li gorî zaniyariyên ku li ser torên civakî hatine weşandin, îro danê sibê (Yekşemê) balafireke barhilgir a Komara Azerbaycanê ku çekên Rejîma Siyonîst hilgirtibû, ji Filistîna dagirbûyî bi rê ket û li Bakûyê danî.
Li gorî vê raporê, ev balafira bargir a Boeing 747, di çarçoveya girêbestên çekan ên di navbera Komara Azerbaycanê û Siyonîstan de ji Telavîvê derbasî Bakûyê bûye û ev balafir ji bo Azerbaycanê çek û cebilxane hilgirtiye.
Di vê derbarê de vê dawiyê Wezîrê Pîşesaziya Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê "Meded Quliyêv" ji berdewamiya hevkariyên Bakûyê bi kompaniyên siyonîst re axift.
Îlham Aliyev, serokomarê Azerbaycanê pêştir gotibû: Welatî wî bi berfirehî alavên leşkerî ji Rêjîma Siyonîst kirîne.