Tebax 28, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • Ukrayna ji peymana

Ukrayna roja Şemiyê ragihand ku ew ê ji peymana hevkariya enerjiya atomî ya bi Rûsyayê re vekişe.

Santrala nukleerî ya Zaporozhya ku santrala herî mezin a Ewropayê ye, di meha Adarê de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû girtin. Ev santrala elektrîkê li nêzî eniya şer e û di hefteyên dawî de gelek caran rastî êrîşan hatiye. Ukrayna û Rûsya her du jî hevdu bi topbarankirina van tesîsan tawanbar dikin.

Di nava şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de, Kîev roja Şemiyê ji ajansa nûçeyan a Farsê re ragihand ku ewê ji peymana hevkariya di warê enerjiya navokî ya bi Rûsyayê re vekişin.

Di vê navberê de, Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky êvara Înê hişyarî da ku rewşa santrala nukleerî ya Zaporizhya hîn pir xeternak e.

Ji aliyeke din ve rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihandiye, ku çavdêrên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê xwe ji bo serdana lezgîn bo santrala atomî ya Zaporizhia di hefteya bê de amade dikin.

Ev nûçe di demekê de ye ku ajansa nûçeyan a Ryanovsti roja Îniyê ragihand ku piştî bombebarana hêzên Ukraynayê 4 mûşek li devera radyoîzotopan a santrala atomî ya Zaporozhya ketin.

Serepeyv