Zelenskî ji bo gotûbêja bi Rûsiyê ra şert û merc diyar kir
Serokomarê Ukraynê şerta ku Rûsiye li navçeyên kontrolkirî giştpirsînê li dar nexe, ji bo gotûbêja bi Rûsiyê ra diyar kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Vlodîmîr Zelenskî serokomarê Ukraynê roja Yekşemiyê got: Eger Rûsiye bernameya cihanîna giştpirsînê li navçeyên kontrolêkirî yên axa vî welatî bi mijara girêdana li Rûsiyê bişopîne, êdî tu gotûbêjek di gel Ukraynê an hevpeymanên wê yên navneteweyî pêk neyê.
Wî îdia kir, Kiyêv bi awayê qahêm li ser helwêsta xwe ya radestnekirina navçeyên Ukraynê bo Rûsiyê sekiniye.
Zelenskî gef li Rûsiyê xwar û îdia kir ku eger "Dagirker li dû lidarxistina giştpirsîna sexte bin, êdî wan tu derfetek ji bo gotûbêja bi Ukraynê ra tunebin."
Rûsiyê bi caran ji ber şandina bi miliyaran dolarî çek bo Ukraynê ji welatên rojavayî rexne kiriye û tekez kiriye ku ev yek dibe sebeba zêdebûna kêşeyan û tenê pevçûnan zêde dike.